Zerdeşt Pêxember! ...Gelo kî vî navî nizane? Gelo kê, hîç nebe, hema carekê di derbarê wî da nebihîstibe? Di nava gelên cuda da navê sêwirdar û sazûmandarê yek ji kevntirîn olên cîhanê bi şêwazên cuda tê bilêvkirin: Zaratûştra, Zaratûstra, Zoroastr, Zerdoşt, Zerdûşt, Zradaşt... Lê kurd ji mêjva wî wek Zerdeşt Pêxember dizanin. Û ev nava li ser zarê piranîya kurdan e – ji biçûkan girtî – heya here derê mezinan, ên ku rû û gulî spîkirine! Heya gelek kurdan navê Zerdeşt dîyarî lawên xwe yê tezebûyî kirine (û îro jî dîyarî didin) – wek tacekî pîroz! Di cîhana zanistê da, li ser bingeha wan agahîyan, ên ku di Gatan da hene (Gat – drozge û pesinbêjîyên ji bo Ahûra Mazda), tê zanîn, ku Zerdeşt kesayetîyekî dîrokî ye, lê bi demê ra (di “Avêsta biçûk” da) wek kesayetîyekî efsanewî, nîvxwedayî hatye pejirandin…Hê di kûrahîya dîroka kevnar da ew wek Pêxemberê Xwedê naskirine…
TÜRKİYE'DE BİR İLK: TAMAMEN YASAL ÜCRETSİZ PDF KİTAP ARŞİVİ
%100 Yasal • Hızlı Erişim • Telifsiz Eserler
Türkiye’nin tamamen yasal ve ücretsiz e-kitap kütüphanesi; roman, deneme, kişisel gelişim gibi pek çok kategorideki eseri tek çatı altında sunar. Kitapları doğrudan tarayıcınızda çevrimiçi okuyabilir veya tek tıkla PDF formatında indirerek çevrimdışı keyfini çıkarabilirsiniz. "Popüler", "En Çok İndirilenler" ve "Yeni Eklenenler" sekmeleri ile zengin kategori-yazar listeleri, aradığınız başlığa saniyeler içinde ulaşmanızı kolaylaştırır. Opsiyonel kayıt/giriş sistemi ise okuma geçmişinizi saklar ve favori eserlerinize hızlı erişim sunar.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)