Rêxistinên çekdar ên îslamîst û paşxaneya wan mijara vê xebatê ne. Avabûn û çalakiyên bizavên wek El Qaîde, DAIŞ, En Nusra, Boko Heram, El Şebab, Ensarul Îslam, Cundullah-Ceyşul Edl, Heşda Şe’bî û hwd. di vê berhemê de cih digrin.Serpêhatiya serkirdeyên tundrev yên wek Ebdullah Ezzam, Usame Bin Ladin, Ebû Mûseb El Zerqawî, Ebûbekir El Bexdadî Ebû Muhemmed El Colanî, Eymen El Zewahirî, Mele Fatih Kirêkar û hwd. ku bi daxuyanî û çalakiyên xwe bala cîhanê kişandine, bi berfirehî hatiye behskirin.El Qaîde çawa derket? Çi faktoran di bihêzbûna Bin Ladin de rol lîst? Ferqa El Qaîde û Talîbanê çi ye? Rêxistinên wek DAIŞ û En Nusra çawa ji nav El Qaîdeyê derketin? Têkiliya Boko Heram, El Şebab û saziyên din bi El Qaîdeyê re çi ye? Kitêb, li bersiva van pirsan digere.Nakokiya di navbera Ezzam û Bin Ladin, nîqaşa di nava Bin Ladin-El Zewahirî û Zerqawî de, cudabûna En Nusrayê ji DAIŞê, nelihevkirina Colanî û Bexdadî û şerê En Nusra û DAIŞê bi sedemên xwe ve hatine vegotin.El Qaîde li Kurdistanê çawa birêxistin bû, bandora wê li ser bizavên îslamî çi bû, tevgerên çekdar li vê derê çawa belav bûn, Zerqawî çawa ji Îranê hat Kurdistanê û bi saziyên vir re têkilî danî? Bersiva van pirsan û gelek pirsên din di vê xebatê de ye...
TÜRKİYE'DE BİR İLK: TAMAMEN YASAL ÜCRETSİZ PDF KİTAP ARŞİVİ
%100 Yasal • Hızlı Erişim • Telifsiz Eserler
Türkiye’nin tamamen yasal ve ücretsiz e-kitap kütüphanesi; roman, deneme, kişisel gelişim gibi pek çok kategorideki eseri tek çatı altında sunar. Kitapları doğrudan tarayıcınızda çevrimiçi okuyabilir veya tek tıkla PDF formatında indirerek çevrimdışı keyfini çıkarabilirsiniz. "Popüler", "En Çok İndirilenler" ve "Yeni Eklenenler" sekmeleri ile zengin kategori-yazar listeleri, aradığınız başlığa saniyeler içinde ulaşmanızı kolaylaştırır. Opsiyonel kayıt/giriş sistemi ise okuma geçmişinizi saklar ve favori eserlerinize hızlı erişim sunar.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)